Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî deverên nu li rojhilatê Mûsilê rizgar dikin

Hêzên Iraqî çar taxên nu li rojhilatî Mûsilê di çend rojên borî de rizgar kirin, û aniha hejmara deverên ji "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) yên hatine vegerandin dighêje 23an, Fermandariya Operasyonên Nînewe roja Duşemê (28 Mijdarê) got.

"Hêzên Iraqî rizgarkirina taxên Camîa, Xedra, Şiqeq û Muharibîn bi dawî kirin," fermandarê Operasyonên Nînewe Necimedîn Kerîm Cibûrî ji Diyaruna re got.

"Niha hejmara temam ya taxên rizgarbûyî 23 ne, ev yek çarikekî ji taxên Mûsilê pêk tîne," wî got.

"Niha em li taxên Mesarif, Nehde, û Qahîra rûbirûyî dijminê terorîst dibin," wî got, anî ziman jî ku DAIŞ rastî xisarên giran di çek û şervanan de tê.

Hevdem, hêzên Iraqî hewil didin DAIŞ ên ku hewil didin ji Mûsilê birevin ji nav bibin, AFP roja Duşemê ragihand.

"Her kes li Mûsilê dizane terorîst kîne," Mulazim Elî yê hêzên taybet ên Iraqî, ku beşeke ji efserên di nav proseya pişkinînê de, got.

Dora 70,000 sivîlan ji tundûtûjiyê reviyane ji dema ku hêzên Iraqî êrîşa vegerandina Mûsilê di meha borî de îlan kirin.

Piştî heyameke dirêjtir ji du salan ji hukmê tundrewan li ser bajarê zêdetirî milyonek niştecih, berpirs ji bo sekinandina reva her tundrewekî di nav komên sivîlên aware de meraqdar in.

Daku ev yek bê kirin, ew dibêjin ku ew databaseke ji jêderên cuda cuda komkirî, mîna sîxûrên ajansên Rojavayî, rekordên kevin, û niştecihên Mûsilê yên ku di bin tirsa DAIŞ jiyan dikirin, bikar tînin.

Hejmarên fermî ne hatine belavkirin ku hêzên corecor yên şerê DAIŞ dikin çend kes girtine.

Efserê hewalgiryê Elî, ku navê xwe yê duyem neda, texmîn kir ku 5% zilamên ji bajar direvin li ser gumana hevahengiya ligel DAIŞ hatine girtin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500