Nûçeyên Iraqê

Amerîka hişyariyê dide generalên Sûrî ku dê rastî dadgehkirinê bên

Amerîka roja Duşemê (21ê Mijdarê) bi dehên general û efserên Sûrî bi rêvebirina êrîşên ku sivîlan dikin armanc û herwiha rêvebirina zindanên îşkencekirinê tometbar kirin û wî wan hişyar kir ku dê rojekê biçin pêş edaletê, AFP ragihand.

Balyoza Amerîka Samantha Power nav di civîneke Encumena Ewlekariya NY bo Sûriyê de xwend û got ku destê gelek ji fermandarên serbazî di kuştina sivîlan de hebû bi rêya êrîşên ser dibistana, nexweşxane û malan.

"Karên hov îro baş tên belgekirin û bîranînên cîhana şaristanî dirêj in," wê got, navên dezgehên ku di wan de haletên îşkencekirinê hatine belgekirin ji destpêka şer di 2011an ve anîn ziman.

Di nav kesên binavkirî de pênc lîwa -- Edîb Selama, Cewdet Selbî Mewas, Tahir Hamid Xelîl, Cemîl Hesen û Refîq Şihadê -- pênc emîd û du eqîd hene.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

desthilatdarên cîhanê!!!!!!!! Şahidhalek ji berjewendiya wî bi xwe re! Tu bi rastî pêşbînî dikî ku ev xelk, ên ku dijî rejîma Esed in, endamên DAIŞ û kesên ku dijî Esed şer dikin dadgeh bikin???!!!

BERSIV BIDE