Nûçeyên Iraqê

Êrîşa hevpeymaniyê rêya alîkariya DAIŞ li Mûsilê qut dike

Êrîşeke hevpeymaniya navdewletî roja Sêşemê (22ê Mijdarê) pirek li ser çemê Dicle di navenda Mûsilê de wêran kir daku rê li "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) bigre ku çekdarên xwe vegerîne bajarê Iraqî, AFP ragihand.

Êrîşa li ser "pira sêyem" a Mûsilê tenê pireke di dema Birîtanya de li navenda bajar weke dawîn pira li ser Dîcleyê bo nav bajar dihêle.

Berdevkê hevpeymaniyê Colonêl John Dorrian got ku çekdarên DAIŞ piran ji bo gihandina alîkariyan bo aliyê rojhilatê bajar bikar tînin, "bi taybetî ji bo vegerandina hêzên xwe."

"Em nahêlin ev yek dîsa çêbibe," wî ji AFP re got.

Şerê di nav bajar de heta niha giranî dida taxên rojhilatî, ku hêzên dije terorê yên taybet û hêzên artêşê di despêka vê mehê de derbasî wan bibûn.

Herwiha roja Sêşemê, hêzên Iraqî taxa Tehrîr bi temamî rizgar kirin û ala Iraqê li ser avahiyên dawîn li taxa Binûk li rojhilatê Mûsilê bilind kirin, fermander Operasyonên Nînewe Necimedîn Kerîm Cibûrî ji Diyaruna re got.

Hevdem li bereya başûrê bajar, artêş û hêzên Polîsên Federal "ji bo vegerandina Sebawî û Hurriya, nêzî balafirgehê, nêzîk bûne," wî anî ziman.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Ev Dîcle ye, ne Firat e, ku di Mûsilê re diçe û wê dike du parç e. Ez bi hêvî me ku hûn hurbîn bin di nûçeyan de ji ber ku ev pêbawerî û pîşeyê dide we.

BERSIV BIDE