Nûçeyên Iraqê

Rejîma Sûriyê li rojhilatê Helebê pêş dikeve

Hêzên rejîma Sûriyê û çekdarên alîgirên wê roja Duşemê (21ê Mijdarê) bilez di nav taxên Helebê yên bin destê opozîsyonê pêş ketin, AFP ragihand.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov got ku hêzên rejîmê bi piştgiriya hêzên Îranî û Rûsî û çekdarên Hizbullaha Libnanî beşê rojhilatî ji taxa Mesakin Henano girtin.

"Ev girîngtirîn pêşketin li taxên rojhilatî ye ku rejîmê heta niha bidest xistiye," rêveberê Rewangehê Ramî Abdilrehman got.

"Eger ew kontrola Mesaken Henano bikin, rejîm wê kontrola hêla agirê li ser çend taxên di bin destê opozisyonê de hebe û wê bikaribin ku beşên başûrî yên di bin destê opozisyonê ji beşên din ên di bin destê wan."

Roja Yekşemê, rejîmê dîsan plana agirbesta NY bo Helebê ku dê bi awayekî demkî li rojhilatê bajar ê di bin rêvebirina opozisyonê de pêk hatiba qebûl nekir.

Rewangehê got ku zêdetir ji 100 kesî li rojhilatê Helebê ji destpêka êrîşkirina rejîmê roja Sêşema borî ve hatine kuştin, herî kêm pênc sivîl hatine kuştin û di bombebarankirinên berdewam di roja Duşemê de.

Çekdarên opozîsyonê herwiha rokêt avêtin rojavayê Helebê ya bin destê rejîmê, roja Yekşemê 10 kes kuştin ku di nav wan de heşt zarok bûn.

Şanderê NY bo Sûriyê Staffan de Mistura hişyarî da ku dem bo rojhilatê Helebê "xilas dibe", û anî ziman ku tirs hene ji "zêdebûna çalakiyên çekdarî" li Helebê û cihên din.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500