Nûçeyên Iraqê

DAIŞ fermandarekî meydanî di şerên rojhilatê Mûsilê de ji dest da

"Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) fermandarê meydanî yê di şerên eniya rojhilatê Mûsilê de ji dest da, berpirsekî Dezgeha dije-terorê ji Diyaruna roja Pêncşemê (17ê Mijdarê) got.

Fermandarê DAIŞ Ebû Hesen el-Lîbî, û hejmareke ji hevkarên wî, di operasyoneke bi baldarî-plankirî de li Musena, li rojhilatê Mûsilê hatin kuştin, fermandarê operasyonên taybet lîwa Samî el-Aridî got.

"Hêzên Iraqê îro pêşketinên mezin di berdewamiya şerê ser eniyên rojhilat, başûr, rojava û bakur de bi destxistin," el-Aridî got.

"Gundê Esba û Ebu Yûsif, li başûrê Mûsilê hatin rizgarkirin," wî got. "Em herweha derbasî cih û kolanên nû, li taxên Musena, Filestîn û Sebawî li rojhilatê Mûsilê bûn."

"Li eniya bakur, me herêma Tehrîr a girîng rizgar kir û me çeperên nû li wir bi destxistin. û me li eniya rojava,Til Sewan,Til Ezo û Hemra rizgar kirin," wî got.

Hevdem, Human Rights Watch di daxuyaniya roja Pêncşemê de ku gotinên şêniyên herêma Hemam el-Elîl li başûrê Mûsilê li xwe digirt ragihand ku gora bikom li wir hate dîtin ku termên polîsên berê yên ku ji aliyê DAIŞ hatibûn kuştin tê de bûn, AFP ragihand.

Gor li dervî bajarokê Hemam el-Elîl di 7ê Mijdarê de hat dîtin, piştî ku hêz derbasî wê bûn di çarçoveya pêşveçûna bakur de.

Dîdevanekî ji HRW re got ku meha borî di heyama du şevan de, herî kêm 230 kes, hinek ji wan polîsên berê bûn, ji bo cih hatibûn anîn û dibe ku li wir hatibin bidarvekirin .

"Ev perçeyekî din e ji belgeya kuştina bikom ku ji aliyê DAIŞ ve di derheqê efserên parastina yasa yên li Mûsilê û derdora wê hatiye kirin," cîgirê birêveberê Rojhilata Navîn yê HRW Joe Stork got.

Li gorî NY, nêzîkî 60,000 kes aware bûne ji dema êrîşa rizgarkirina Mûsilê ku di 17ê Cotmehê de hatibû destpêkirin.

Piraniya hefteyên yekem ji şer li herêmên kêm niştecîh, li derveyî bajêr bûn, lê hêz aniha ber bi herêmên dagirtî ve ku gihandina alîkariyan ji wan bi zehmet e pêş dikevin.

"Li operasyonên leşkerî dli cihên mişt sivîl li bajarê Musilê, rêxistinên mirovî li dor şiyana malbatên ku bandora şer li ser wan heye ji bo xwe bigihînin ewlehiyê û alîkariyê dilgiran in," Neteweyên Yekbûyî di daxuyaniyekê de got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500