Nûçeyên Iraqê

Hêzên Keneda şer li dijî DAIŞ dikin

Hêzên taybet ên Kenedî rahênana hêzên Kurdî li Iraqê dikin ku ew di meha borî de bi "dehên caran" bi awayeke dîrekt şerê çekdarên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) dikirin, AFP roja Çarşemê (16ê Mijdarê) ragihand.

Lîwa Michael Rouleau ji konfranseke rojnamevanî re got ku hêzên Taybet ên Kenedî segvan, çekên biçûk, hawin, û moşekên dijî-tankan meha borî li dijî DAIŞ bikar anîn weke bersiv ji xeteriya li ser wan hêzên Kurd anjî sivîlan re.

"Hejmara beşdariyan mezin bû," wî got, û şirove kir ku hêzên Kenedî gule avêtine çekdarên DAIŞ ku li erdên şer êrîşî molgehên Kurdî dikirin.

Zêdetirî 200 hêzên taybet ên Kenedî li Iraqê hene ku rahênana şervanên Kurd dikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500