Nûçeyên Iraqê

Otombîleke bombekirî li bajêrê Ezazê teqiya

Êrîşeke bi otombîleke bombekirî çekdarên opozisyona Sûrî li Helebê li bakûrê Sûriyê kire armanc û herî kêm 10 kes hatin kuştin, AFP roja Pêncşemê (17ê Mijdarê) ragihand.

"Cihê penceyên" "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) di êrîşa li bajêrê Ezazê diyar bûn, Yasir Yusif, berpirsekî bilind ê girûpa Nurdîn Zinkî ya Îslamî, got.

"Êrîşê 25 kuştî hiştin di nav wan de çekdarên me û kesên sivîl," Yusif got, ku girûpa wî wêneyên qurbaniyan li ser rojnamevanan belav dikirin.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got ku teqîn embareke çekên Nuredîn Zinkî kire armanc, û 10 çekdar hatin kuştin û bi dehan kesên din birîndarbûn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500