Nûçeyên Iraqê

Serkêşê DAIŞ ê bilind li rojavayê Enbarê hat kuştin

Di êrîşên asmanî yên Iraqî serkêşekî "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li rojavayê Enbarê hat kuştin, Fermandariya Operasyonên Enbarê roja Çarşemê (16ê Mijdarê) got.

"Li ser bingeha agahiyan, hêza esmanî ya Iraqî du êrîş li ser maleke bihinvedana DAIŞ li Qayim, nêzî sînorê Sûrî, pêk anî," fermandarê Operasyonên Enbarê lîwa Ismaîl Mehelawî di konfranseke rojnamevanî de got.

"Ebû Seqir, terorîsteke ku xwedan hebûneke girîng [di nav DAIŞ de] bû û weke wezîrê çandiniya DAIŞ li "Wilayete Firatê" kar dikir, hat kuştin," Mehelawî got.

"Heft ji alîkaran [ên Ebû Seqir] jî hatin kuştin û çek û teqemenî li cihê wan hatin wêrankirin di operasyonê de," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500