Nûçeyên Iraqê

DAIŞ 25 sivîlan li Mûsilê îdam dike

"Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) 25 sivîl li Mûsilê li ser tawanên hevkariya bi hêzên ewlekariyê yên Iraqê re bi darve kirin, Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Iraqî bo Mafên Mirov roja Çarşemê (16ê Mijdarê) got.

Qurbanî ji herêmên cuda yên parêzgeha Nînewayê bûn, Komîsyonê di daxuyaniyekê de got.

"Komê cenazeyên zilamên bidarvekirî li dezgeha pizîşkê dadwerî girtine û radestî malbatên wan nake, bi îdiaya ku ew gawirin û ne hêjayî veşartinê ne." daxuyaniyê got.

"Herweha DAIŞ 2,000 niştecih binçav kirine û ew birin Til Aferê daku wan weke mertalên mirovî piştî sûcdarkirina wan bi îxanetê û tawanên din bikar bîne," daxuyaniyê go, ku xwe dispêre çavkaniyên li Mûsilê.

"Koma xelkê binçav dike eger telîfon, kompyûter anjî amûrên hevşêwe ragihandinê bi wan re werin dîtin û paşê jî wan bi darve dike," daxuyaniyê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500