Nûçeyên Iraqê

Zêdetir ji 100,000 malbatên awarebûyî vedigerin Enbarê

Zêdetir ji 100,000 malbatên awarebûyî vedigerin malên xwe li deverên ji "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li parêzgeha Enbarê hatine rizgarkirin , berpisên Iraqî roja Duşemê (14ê Mijdarê) gotin.

Zêdetirî 53,000 malbatan vegeriyane Remadî, birêveberê Dezgeha Koç û Koçberan a Enbarê Mihemed Reşîd di daxuyaniyekê de got.

Û 22,000 malbatên din jî vegeriyane Felûca; 8,000 malbat bo Xalidiya; 7,000 malbat bo Hît; 6,000 malbatên bo Kerma, 2,000 malbatên bo Hedîsa û zêdetir ji 1,000 malbatan bo Rutba, wî got.

"Hewil ji bo vegerandina malbatên din berdewam in weke beşek ji programeke hukmetê bi alîkariya NY ji bo vegerandina aramiyê ji bajarên ku ji DAIŞ hatine rizgarkirin," Reşîd got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500