Nûçeyên Iraqê

Êrîşên asmanî kampên rahênanê yên DAIŞ li ser sînorê Turkiyê wêran dike

Êrîşên asmanî yên hevpeymaniyê kempeke mezin a "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ya li nêzî sînora Sûriyê wêran kir, Fermandariya Operasyonên Enbarê roja Duşemê (14ê Mijdarê) got.

"Hevpeymaniya navdewletî kampeke rahênanê ya DAIŞ li devera Wadî Ebyed a nêzî sînorê Sûriyê , rojavayê Enbarê, wêran kir," fermanderê Operasyonên Serbazî yên Enbarê lîwa Ismaîl Mehlawî ji Diyaruna re got.

Êrîşên asmanî herî kêm 40 endamên DAIŞ kuştin û çek û cebilxane û barkêş û wesayitên biçûktir wêran kirin, wî got, û bal jî kişand ku êrîş bi hevahengiya ligel hêzên Iraqî pêk hat.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500