Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî 15 taxên Mûsilê ji destê DAIŞ derdixin

Hêzên Iraqî bi berdewamî li dijî "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li Mûsilê di 24 saetên borî de pêş dikevin, gelek taxên nû digrin, hikûmeta xwecihî li parêzgeha Nînewa roja Înê (11ê Mijdarê) got.

Cîgirê parêzgarê Nînewa Hesen Elaf ji Diyaruna re got ku heta niha 15 tax hatine rizgarkirin ji dema destpêka operasyonê di 17ê Cotmehê de.

Ew ev in tax Mîsaq, Wehda, Şeyma, Selam, Quds, Kerma, Edin, Zehra, Îxa, Semah, Intîsar, Tilvizyon, Gogcelî, Melayîn û Sadet Biweyza.

Hêzên Iraqî niha amadekariya êrîşkirinê li ser deverên nû dikin, Elaf got.

"Sivîl yek ji sedemên hêdîbûna pêşketinê ne niha, ji ber ku DAIŞ wan weke mertalên mirovî bikar tîne bi rêya hewldan bo asêkirina xwe li pişt wan û êrîşkirina li ser hêzên ewlekariyê," wî got. "Ev karta wan a dawî ye, lê bêguman bisernakevin, û belgeya vê yekê pêşketina hêzên me îro li hemû eniyan e."

Herwiha roja Înê, Wezareta Koç û Koçberan a Iraqî ragihand ku ew hewlên alîkariya awareyên Mûsilê zêde dike.

"Bi hevahengiyê ligel NY û Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor, wezaretê roja Înê dest bi gelek operasyonên hawarçûnê kir bi rêya danîna 3,000 çadiran, amadekirina bi hezarên sebetên xwarinê, û zêdekirina hejmara bijîşkan bo nêzîkî 800 bijîşkan," Wezîrê Koç û Koçberan ê Iraqî Mihemed Caf ji Diyaruna re got.

"Otombîl dê xelkê aware yên ku ji deverên şer derdikevin veguhêzin kampên awarebûnê," wî got. "Bêtirî 45,000 sivîl ji destpêka operasyona rizgarkirina Mûsilê ve hatin wergirtin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500