Nûçeyên Iraqê

NY: "dawîn beşên xwarinê" li Heleba rojhilatî

Dawîn beşên xwarinên mayî niha li rojhilatê Helebê ya di destê dijberan de têne dayîn û tiştek din ji bo belavkirinê di hefteya bê de namîne eger îmdad nebe, NY roja Pêncşemê (10ê Mijdarê) got.

Karwanên alîkariyên NY ji Tîrmehê ve heta bi niha negihane devera rojhilatê Helebê, di demekê de ku hêzên rejîmê dawîn rêya piştgiriyê girt, AFP ragihand.

"Raportên me niha ji rojhilatê Helebê hene dibêjin ku dawîn beşên xwarinê niha têne belavkirin," serokê tîmeke erkên mirovî ji bo Sûriyê ku NY piştgiriya wê dike, Jan Egeland, ji rojnamevanan re got.

Egeland Îsrar dike ku, bi nêzîkbûna zivistanê, pêdiviya dûrbûna ji birçîbûna bi komel dixwaze hemû alî gehştina mirovî peyda bikin.

"Bawer nakim tu kes dixwaze çarêk melyon kes ji nêzan li rojhilatê Helebê bimirin," wî got, dema behsa hejmara sivîlên yên ku NY dibêje ew di dorpêçê ne dikir.

Egeland got ku ew piştrast e gehiştin piştî çar mehan ji rêya girtî dê çêbe ji ber ku "derencama nedana alîkariyê û nedana pediviyan dê belayeke mezin be, ez nikarim vê sînaryoyê di xeyala xwe de jî bibînim".

Berpirsê NY hişyarî da ku sermaya bê dê "kujerekî rasteqîn" be û got tê xwestin ku NY bi awayekî gelek bilez pilana hawarçûna rojhilatê Helebê qebûl bike.

Pilan gihandina xwarin û tiştên pizîşkî li xwe digre ligel vegustinên ji ber sedemên pizîşkî û erkdarkirina tîmên pizîşkî jî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500