Nûçeyên Iraqê

Êrîşeke asmanî heft zarokan li Idliba Sûriyê dikuje

Herî kêm heft zarok û du jinên ducan di êrîşeke asmanî de li asêgeha opozîsyona Sûriyê parêzgeha Idlibê roja Sêşemê (8ê Mijdarê) hatin kuştin, AFP ragihand.

Êrîşê li devera Xan Şêxûn li başûrê parêzgehê xist, Rawangeha Sûrî ya Mafên Mirov got.

"Êrîşê li kolana ku zarok lê dilîztin xist, sê ji wan zarokan mirin ku ji yek malbatê bûn û di serdanekê de bo bapîrê xwe bûn," rêveberê Rewangehê Ramî Ebdilrahman got.

Çar keç û sê kur, wî got, hatin kuştin, lê temenên wan hîn nehatine zanîn.

Parêzgeha Idlib bi piranî di destê hevpeymaneke opozisyonê de ye ku bi Cayş Fetih tê naskirin, ku komên Îslamî lixwe digre ligel çekdarên tundrew ji Bereya Nusra, ku herweha weke Eniya Fetih Şam tê naskirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500