Nûçeyên Iraqê

Fermandarekî DAIŞ di êrîşeke asmanî ya hevpeymaniyê de li Enbarê hat kuştin

Êrîşeke asmanî ya hevpeymaniya navdewletî roja Înê (4ê Mijdarê) civîneke endamên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li rojavayê Iraqê kire armanc, fermanderkî bilind ligel sê alîkarên wî kuştin, polîsên Iraqî li Enbarê gotin.

Mistafa Elûş Cuxeyfî, yê ku berpirsê karên bombekirina otombîlan û çêkirina bombeyên bidestçêkirî bû, di dema êrîşeke asmanî de ku li kombûneke DAIŞ li devera Mexazin Qedîma da, li rojavayê Anah li parêzgeha Enbarê hat kuştin, fermandarê polîsên Enbarê Lîwa Hadî Kessar Erzayic ji Diyaruna re got.

"DAIŞ gelekî hewl dide çek û bombeyên bidestçêkirî çêbike û otombîlan bombe bike weke hewleke bêhêvî ji bo sekinandina pêşveçûna yekîneyên şer û astengkirina paqijkirina wan ji deverên rojavayî yên Enbarê re," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500