Nûçeyên Iraqê

NY mirina sivîlan şermezar dike hevdem ku tundûtûjî li Helebê pêk tê

Êrîşeke opozisyonê ji bo bidawîkirina dorpêça li ser Heleba Sûrî roja Duşemê (31ê Cotmehê) di dema berxwedaneke dijwar de hêdî bû, NY got ku ew bi agirê opozisyonê li ser sivîlan "şok bû", AFP ragihand.

Beşên opozisyonê yên ku alîgerên girûpên tundûtûj in – wekeEniya Nusra, ya ku niha bi navê Fetih el-Şam tê naskirin – roja Înê êrîşeke mezin pêk anîn, otombîlên bombekirî û moşk bi kar anîn ji bo qutkitrina hêlên rejîmê û gehiştina 250,000 kesên dorpêçkirî li rojhilatê bajar.

Dema ku wan pêşketineke seretayî bi dest anîn, êrîş hêdî bû, li gorî Rewangeha Sûrî ji bo Mafê Mirov.

"Ji roja Yekşemê ve, rejîm destpêşxeriyê dike û dijwarbûna pevçûnan kêmtir e," serokê Rewangehê Ramî Ebdil Rehman roja Duşemê got.

Di hejmareke nû li roja Duşemê, Rewangehê got ku 61 çekdarên rejîmê û milîsên alîgerên wan di êrîşê de haitn kuştin, li gel 72 çekdarên opozisyona Sûrî.

Êrîşa bi moşekan ji roja Înê ve 48 sivîlan kuştine, 17 ji wan zarok bûn, Rewangehê got.

Şanderê aştiyê yê NY Staffan de Mistura got ku hejmara sivîlên kuştî ya bilind tirsên mezin çêdike.

Di daxuyaniyekê de roja Yekşemê, ofîsa wî got ku ew "tirsa bû û şok bûbû bi hejmara moşekan a bilind" ku ji aliyê girûpên opozisyonê ve hate avêtin.

"Ev kesên ku dibêjin ev yek ji bo rakirina dorpêça rojhilata Helebê ye divê bê bîra wan ku tiştek bikaranîna çekên bêrêje û bêcudayî, weke çekên giran, li li dijî taxên sivîlan rewa nake, û dibe ew bigehe asta tawanên şer," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500