Nûçeyên Iraqê

Parlamana Keneda ji bo wergirtina penaberên Êzîdî deng da

Parlamana Kanada roja Sêşemê (25ê Cotmehê) hewleke dubare welatdarkirina penaberên Êzîdî di nava çar mehan de pejirand, di demekê de ku zordariya ji aliyê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li dijî komê weke qirkirinekê hate ragihandin, AFP ragihand.

çalakvana Iraqî Nadiya Murad, Êzîdiya ku ji revandin û tecawiza bi destê DAIŞ hatibu rizgarkirin , destê xwe ji bo dengdana bi tevayî li Encûmena giştî hildabû.

Hikûmetê got ku hîna ew pilaneke ji bo veguhstina asmanî amade dike û hîna nayê zanîn ka dê Keneda çend penaberên Êzîdî di heyama 120 rojan werbigre.

John McCallum Wezîrê Koçê bibîrxist ku Keneda dikarîbû zêdetir ji 25,000 penaberên Sûrî di nava çend mehan de di destpêka salê de dubare welatdar bike.

Murad,ya 23 salî, ji aliyê DAIŞ ve ji gundê wê Koço ku li nêzîkî bajarê bakurê Iraqê Şengalê ye di tebaxa 2014 de hat revandin û ew birin bajarê Mûsilê. Ew ji bo sê mehan hatibû işkencekirin û tecawizkirin, heta ku wê karî bireve û koçî Elmanya bike.

Ji wê demê ve, ew bûye çalakvana mafê mirov û rewşa civaka êzîdî, bi taybetî koletiya cinsî ya bi zorê û bazirganiya mirovî ya bi jin û zarokan yên ku ji aliyê DAIŞ ve hatin girtin ji qada navdewletî re ronî dike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500