Nûçeyên Iraqê

NATO yekemîn mîsyona çavdêriyê ji bo piştgiriya hevpeymaniya li dijî DAIŞê dişîne

Balafirên çavdêriyê yên NATO di yekemîn mîsyona xwe de bo piştgiriya hevpeymaniyê ku şerê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) dike rabûn, serokê hevpeymaniyê Jens Stoltenberg Sêşemê (25ê Cotmehê) got.

Rayedarên NATO di meha Tîrmehê de lihev kirin ku sîstema AWACS a çavdêriyê di balafiran de bikar bînin, ku Stoltenberg got ku yekemîn geşta wan Pêncşema borî bû, AFP ragihand.

NATO "pabend bû bi piştgiriya hêza hevpeymaniyê da ku DAIŞ yekser û yekcarî were jinavbirin", wî got, beriya civîna du-rojî ya wezîrên berevaniyê li Brûkselê.

Hemû 28 endamên NATO jî di hevpeymaniya li dijî DAIŞ de ne, lê hinek dudil bûn derbarê beşdarbûna rasterast a hevpeymaniyê di şerê lSûriyê de, ji ber vê yekê balafir tenê li asmanê navdewletî an jî li asmanê Tirkiyê ku endamekî NATO ye dikarin bifrin.

Stoltenberg got tevî ku ew nikare li ser rola wan ya rasterast biaxive, balafir dê "nebin beşek ji operasyonên şer".

Radarên AWACS ên bihêz hene ku rê didin wan bo çavdêriya asman bi sedên kîlometran. Ew dikarin jî wek navendên fermandariyê xizmetê bikin ji bo hevahengiya êrîşên bombekirinê û operasyonên din.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500