Nûçeyên Iraqê

Parêzger: Êrîş li Kerkûkê qediya û 74 çekdarên DAIŞ hatin kuştin

Hêzên ewlehiyê yên Iraqî roja Duşemê (24ê Cotmehê) êrîşeke "Dewleta Isalmî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li bajarê Kerkûkê bidawî dike, herî kêm 74 çekdarên DAIŞ di sê rojên pevçûnê de hatin kuştin, AFP ragihand.

"Êrîş bidawîbû û jiyan dîsan normal e," Necmedîn Kerîm, parêzgerê parêzgeha Kerkûkê, got.

"Hêzên ewlehiyê zêdetir ji 74 terorîstên DAIŞ kuştin û çend çekdarne din jî girtin, hinek ji wan lîder bûn," wî got.

Kerîm got ku îtirafên seretayî yê serkêşê bazinê raportên ku behsa beşdariya dora 100 çekdaran di êrîşa sibeha roja Înê de li Kerkûkê piştrast kirin , hin ji wan endamên şanên nivistî bûn ku tevlî çekdaran bûn dema ew bi dizî derbasî bajar bûn.

Tê texmînkirin ku hîn ji êrîşkeran roja Şemiyê ji bajar reviyan, û piştre pevçûn navbera wan û hêzên ewlehiyê de li gundewarên li rojhilatê Kerkûkê derket.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500