Nûçeyên Iraqê

Fermandarê Artêşa Azad a Sûriyê: Dabiq tejî mînên DAIŞ e

Fermandarê Artêşa Azad a Sûriyê roja Pêncşemê (20ê Cotmehê) got hêzên wî daxwaza rahênanan li ser pûçkirina teqemeniyên çandî yên ku li Dabiq ji aliyê "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ve hatine hiştin dikin, ajansa nûçeyan a Anadol a Tirkî ragihand.

"Baxên zeytûnan, mal, cade, resîf, heta bi goristan jî, mişt teqemenî ne," fermandarê Artêşa Azad Ebû Esed ragihand.

Li gorî raportan Artêşa Azad ji ber metirsiyên amûrên ku DAIŞ li pey xwe hiştine nahêle sivîl vegerin deverê.

Esed banga alîkariyê ji bo vejandina malên wêrankirî li deverê kir û herwiha pêşxistina rewşên mirovî.

Çekdarên opozisyona Sûrî roja 16ê Cotmehê bajar girtin , yê ku 40 kîlometran ji bakûrê-rojavayê Helebê dûr e, û ew ji DAIŞ rizgar kirin piştî şerekî kurt.

Buhadariyeke mezin a Dabiq a stratîjîk tune ye, lê ew xwedan girîngiyeke îdolojî bû ji DAIŞ û alîgirên wê re ji ber ku wan pêşbînî dikir ku dê şerekî gelek dijwar li Dabiq çêbibe.

Kovara bi zimanê Înglîzî ya DAIŞ bi navê vî bajarokî bû, ku çekdarên DAIŞ bê şer ew hiştin, AFP ragihand.

Çapa yekê ya kovarê di Tîrmeha sala 2014an de bû ûfokus li ser avakirina dewletê dikir û gelek hewil dida ku "Xîlafetê" bi awayeke bawerpêkirî derbixe ber çavan.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500