Nûçeyên Iraqê

Di teqîneke bi otomobîleke bombekirî 10 kes li başûrê Bexda hatin kuştin

Êrîşeke bi otomobîleke bombekirî ku ji aliyê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) hat ragihandin xaleke artêşa Iraqî li başûrê Bexdayê roja Duşemê (17ê Cotmehê) kire armanc, ku her kêm 10 kes hatin kuştin, AFP ragihand.

Herwiha teqîna li Yusifiyê, devera li başûrê paytextê ku gelek caran tê armanckirin, tê de herî kêm 17 kes birîndar bûn, berpirsekî wîzareta hundir got.

Dektorekî li nêzî nexweşxaneya Mehmudiyê got ku herî kêm çar leşker tevlî qurbaniyên di vê teqînê de hebûn.

DAIŞ êrîşa li ser xala kontrolê ya di navbera Yusifiyê û navçeya Dora ya Bexdayê de di daxuyanîyekê de li ser medya civakî û navê êrîşkar wek Ebû Işaq el-Iraqî ragihand.

Di êrîşa din de ya li ser konê cenazeyê li Bexdayê roja şemiyê herî kêm 36 kes hatibûn kuştin. Du kesên din di teqînekê de li paytextê roja Yekşemê hatin kuştin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500