Nûçeyên Iraqê

Nemsayiyên ku dixwestin tevlî DAIŞ bibin dê werin çavdêrîkirin

Sê sîpeyên Nemsayî hatin zindanîkirin roja Pêncşemê (13ê Cotmehê) ku wan hewla tevlî rêzên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li Sûriyê bibin dida, AFP ragihand.

Her sê, yek 16 salî bû û du 15 salî bûn, yên ku navê wan nehate diyarkirin,sûcdar bûn bi beşdarkirina di rêxistineke "terorîst"de di dadgeheke girtî de li Viyêna yê.

Dethilatdarên Bulgarî kesekî16 salî di Gulanê de girtin ku ew li ser riya çûna bo Sûriyê bû bo tevlîbûna rezên DAIŞ de, wî vegerandin Nemsayê û ew xistin girtîgehê de, lê piştre ew serbest hate berdan.

Paşê wî hewla qenaet pê kirina kesê 10 salî û 11 saliyan ji bo tevlîbûna girupa tundrew dida. wî sizayê10 mehan zindan xwar ligel zêdekirina 20 mehên nehiştina rêwîkirinê.

Herduyên din pilanên wan ên berçav ji bo çûna Sûriyê hebûn, lê riya çûnê li wan hatibû girtin di hizêranê de, dozgeran got. Yek ji wan bi mifta pîşesaziyan êrîşî bavê xwe kir piştî ku wî qebûl nekir ku pasportê bide kurê xwe.

Herwiha cezayê 10-meh zindan û 20 mehên nehiştina rêwîkirinê lê hat birîn û yê din yê 15n salî heft mehan zindan li gel 14 mmehên nehiştina rêwîkirinê.

Hersê, yên ku Çeçen in û bi eslê xwe tirk in, di nava çend mehan de tundrew bûne, dadgehê got.

Wek welatên din ên Ewropî, Nemsayê rastî pêla çûna xelkê -- 260, li gorî hikûmetê -- ji welat hatiye ku ew derdikevin daku tevlî DAIŞ li Sûriye û Iraqê bibin.

Hinek ji wan vegeriyane. Dora 40 ji wan di zindanê de ne û bêtir ji 80 di bin çavdêriyeke tund de ne, li gorî Wezareta Hundir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500