Nûçeyên Iraqê

Otomobîleke bombekirî li xaleke kontrolê ya opozîsyona Sûriyê diteqe

Herî kêm 17 kes di teqîna otomobîleke bombekirî de li xaleke kontrolê ya opozîsyonê li parêzgeha Bakurê Sûrîyê Helebê roja Pêncşemê (13ê Cotmehê) hatin kuştin, AFP ragihand, li gorî hinek ajansên din hjimar mezintir e.

Teqîn li nêzîkî bajarokê Ezazê bû, nêzî sînorê bi Tirkiyê re, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got, da zanîn ku 14 kesên kuştî şervanên opozîsyonê bûn.

Ne diyar bû ka gelo miriyên din sivîl bûn anjî şervanên opozîsyonê bûn.

Êrîşê bi dehên kesan birîndar kir, Rewangehê got, dibe ku hjimara kuştîyan ji ber hejmara kesên bi birînên giran zêde bibe.

Xala kontrolê ya ji aliyê koma opozisyonê Enîya Şamiya, ku ew li parêzgeha Helebê çalak e, dihate birêvebirin, û li ser rêya ber bi dergehê Bab el-Selama bû.

"Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) birêkûpêkî komên opozisyonê bi êrîşên bombeyî armanc girt, di nav wan de êrîşa 6ê Cotmehê, li deriyê sînorî yê parêzgeha Idlibê ku tê de 29 şervanên opozisyonê hatin kuştin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500