Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî Girava Hîtê ji paşmahiyên şer paqij dikin

Hêzên Iraqî operasyoneke berfireh ji bo paqijkirina Girava Hîtê li rojavayê Enbarê ji mayînên şerê piştî rizgarkirina wê di destpêka vê hefteyê de ji "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) .

"Yekîneyên artêşa Iraqî û tîmên rakirina teqmeniyan tevlî kampanyayeke ji bo rakirina bombeyên bidestçêkirî û mînên çandî ji deverên Girava Hîtê, mîna Bekir, Zawiya, Hawî û hin gundên din jî dibin," berdevkê Wezareta Berevaniyê Yehya Resûl ji Diyaruna re got.

Ew xebat hewlên ji bo nûjenkirina xizmetên giştî bi hevahengiya wezaretên xizmetê yên dewletê re jî li xwe digrin, wî got.

Operasyon dixwaze rê ji bo vegerîna niştecihan ji bo malên xwe di heyameke kemtir ji mehekê vebike, Resûl got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500