Nûçeyên Iraqê

Şanderê nû yê alîkariyên NY li Sûriyê dest bi kar dike

Elî el-Zaterî yê ku nasnameya wî Ûrdnî ye şanderê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê nû ye û ew bi erkê çavdêriya hewilên mirovî hatiye sipartin, bi awayekî fermî li Şamê dest bi karê xwe kir, AFP roja Çarşemê (12ê Cotmehê) ragihand.

El-Zaterî di dawiya hefteyê de gihşt Şamê û roja Sêşemê weke koordînatorê alîkariyên NY li Sûriyê bi fermî dest bi karê xwe kir, berdevkê NY Stephane Dujaric got.

Cêgirê şanderê NY yê berê ji bo Lîbya û Sûdanê dê li Sûriyê weke nûnerê nîştecihbûyî yê Programa Geşpêdanê ya NY ji sala 2004an ve heta sala 2007an kar dikir.

El-Zaterî cihê Yacoub el-Hillo yê Sûdanî, koordînatorê alîkariyan ji sala 2013an ve û yê ku di vê heyamê de weke cêgirê şanderê NY bo Laybîriya hatibû spartin, girt.

Herî kêm pêwistiya 13.5 million Sûrî bi alîkariyan heye, şeş milyon ji wan jî zarok in, li gorî texmînên NY.

Hewlên gihandina alîkariyên NY ji 5.5 milyonên ku li deverên bi zehmet tên gehiştin rastî zehmetiyê dihatin, di nav de dora 600,000 Sûriyên dorpêçkirî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500