Nûçeyên Iraqê

Firokeyeke bê firokevan a DAIŞ şervanên Kurd dikuje û yên Fransî birîndar dike

Firokeyeke bê firokevan a bombekirî ya ku ji aliyê "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ve hat bikaranîn du şervanên kurd kuştin û du leşkerên operasyonnên taybet ên Fransî jî li nêzî Mûsilê birîndar kir, AFP roja Çarşemê (12ê Cotmehê) ragihand.

Di 2ê Cotmehê de firokeyeke biçûk ya bi leşekî styrofoam ve yan agir li ser hat berdan anjî ji xwe li Hewlêrê li bakûrê Iraqê ket. Du şervanên Pêşmerge zeft kirin û birin kampa xwe daku lê binêrin û wêneyan ji wê re bikşînin û wê demê ew teqiya.

Jêderkî Fransî beriya niha bikaranîna "firokeyên bê firokevan ên bomberêjkirî li Iraqê" piştrast kir û jêderkî din jî birîndarbûna du leşkerên Fransî di bûyerê de piştrast kir.

Birînên yek ji leşkerên Fransî giran in. Herdu jî hatin vegerandin bo Fransayê ji bo wergirtina îlacê.

Berdevkê hevpeymaniyê eqîd John Dorrian bûyerê bi mîna êrîşeke "staylê Hespê-Tirwada" wesf kir.

Berpirsên berevaniya Emrîkî gotin ku dê artêş teknelojiyên zêdetir dijî firokeyên bê firokevan bikar tanîn li deverê, di nav de sîstemên ku teşwîşa elktronî çêdikin.

"Em nahêlin dijmin karîneke geflêkirina li jiyana hêzên me û alîgerên me û hevkarên me peyda bike û em dê li ser vê metirsiyê kar bikin," Dorrian got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500