Nûçeyên Iraqê

Rewangeh: Îslamiyên Sûriyê û tundrewan şer kirin tevî lihevkirnê

Şer li parêzgeha Idliba Sûriyê roja sêşemê (11ê Cotmehê) di navbera komên Îslamî yên serhildêr û koma tundrew ya Cund-el-Eqsa de rojekê piştî ku herdu aliyan li ser lihvkirina ne-dijminantiyê îmze kirin derket , AFP ragihand.

Ji 6ê Cotmehê ve ,Cund-El Eqsa tevlî şerên giran li gel komên opozîsyonê, di nav wan de Ehrar el-Şam, li bakurê-rojavayî Idlib dibe.

Herdu komên carekê hevalbend bûn di şerê li dijî rejîmê de, tevî ku komên opozisyonê Cund el-Eqsa pirê caran bi têkiliyên bi "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) gunehbar dikin, ku şervanên opozîsyonê armanc digirt.

Di hewldaneke ji bo aramîkirina tengezariyan, alîgirê pêşî ya El-Qaîdê Enîya Fetih el-Şam -- hevalbenda Ehrar el-Şam û hevrikê sereke yê DAÎŞ -- roja Yekşemê ragihand ku ew dê Cund el-Eqsa bîne nav refên xwe.

Şeva Duşemê, Fetih el-Şam û Ehrar el-Şam rêkeftineke ji bo bidawîkirina şer îmzekirin.

Lê Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got ku pevçûnên li Idlibê roja Sêşemê didomin.

Hêzên rejîmê sûd ji şer girtin bi rêya bidestxistina çendîn bajar û gundan û li parêzgeha cîran Hemayê, Rewangehê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500