Nûçeyên Iraqê

25 çekdarên DAIŞ li ser sînorê Iraq û Sûriyê hatin kuştin

Êrîşên asmanî yên hevpeymaniya navdewletî 25 çekdarên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li hin cihên li nêzî sînorê Iraq û Sûriyê kuştin, Fermandariya Operasyonên Cezîra ya artêşa Iraqê roja Duşemê (10ê Cotmehê) got.

"Balafirên şer yên hevpeymaniyê zincîreke serkeftî ya êrîşan li ser kombûn, karwan û embareke çekên DAIŞ li biyabana Qayim li ser sînorê Sûriyê pêk anîn," fermandariyê di daxuyaniyekê de got.

Di êrîşê de 25 terorîst hatin kuştin, hejmarek ji wan çekdarên biyanî bûn, daxuyaniyê got, da zanîn jî ku operasyon rê ji bo pêşdveçûna artêşê di pêvajoya vegerandina deverê de xweş dike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500