Nûçeyên Iraqê

Gencîneyên duristkirî yên Iraq û Sûriyê li Pêşangeha Kolisyomê

Kopiyên wekhev ên rasteqîne ên sê gencîneyên bînasazî ên zirardatî yan têkçûyî ji aliyê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li Sûriyê û Iraqê çûn Pêşangeha Kolisyomê (6ê Cotmehê) li Romayê, AFP ragihand.

Kopiyên wekhev bêhempa yê gayê baskdayî ji Nimrud li Iraqê, beşek ji arşîva hola Padîşahiya Êlbaya kevnar a Sûriyê , û nîv banê Perestgeha Bel li Tedmurê dê bên nîşandan heta roja 11ê Çile.

"Çend sal in em girîngiya Îtalya, û cîhanê gotubêj dikin, bi kiryarên ku ji bo parastina mîratên çandî yên herêmên şer ku dixin ger, û ev pêşangeh dîdevaneke bêhempa ya vê xebatê ye," Wezîrê Derve yê Îtaliya Paolo Gentiloni di vekirinê de got.

Herwiha rayedarên şûnwarî yên Sûriyê hewl didin ku du peykerên Tedmurê ku ji aliyê DAIŞ ve zirar dîtine bişînin bo Romayê.

Piştî vê pêşangehê, ku ji aliyê Încontro di Civilta tê rêxistinkirin, du peyker dê li Îtalya nûdurist bibe paşê wê bo Sûriyê bên şandin.

Sê gencîneyên şûnwarî bi alîkariya çaperên 3D hatin nuduristkirin.

Ev nêzî sê mehan e ku kar li ser duristkirina perestgeha Bel tê kirin, li gorî bînasaz Matteo Fabbri ji TryeCo, şîrketa Îtalî ya ku kar cîbicî kir.

"Normal bi Sikanera 3D emê bêtir bilez kar bikin, lê di vê rewşê de, em neçarin kar ji wêneyên kevn û danasînên devkî destpê bikin",wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500