Nûçeyên Iraqê

Hêza asmanî ya Iraqê êrîşî kargeheke bombeyan li Enbarê dike

Hêza asmanî ya Iraqî kargeheke çêkirina bombeyan a "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li Rewah, rojavayê Enbarê, wêran kir, Wezareta Berevaniyê roja Înê (7ê Cotmehê) got.

"Hêza asmaniya Iraqê êvara roja Pêncşemê kargehek li Rewah ku ji bo bomberêjkirina wesayitan û çêkirina bombeyên bi destçêkirî ûmayînên bin erdê dihat bikaranîn wêran kir," wezaretê di daxuyaniyekê de got.

"Çend terorîst ku kêliya êrîşê di nav kargehê de cih digirtin hatin kuştin," daxuyaniyê got, bal jî kişand ku operasyon li ser bingeha agahiyên îstixbaratî ji aliyê Birêveberiya Giştî ya Hewaligirî û Ewlehiyê ve pêk hatibû.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500