Nûçeyên Iraqê

Li Sûriyê leşkerekî Tirk hat kuştin û sê jî birînadar bûn

Leşkerekî Tirk di pevçûnên bi çekdarên "Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê" (DAIŞ) re li Sûriyê hat kuştin di demekê de ku operasyonên Enqerayê li bakurê welat dikevin meha xwe ya duyemîn de, AFP roja Çarşemê (5ê Cotmehê) ragihand.

Sê leşkerên din bi sivikayî di pevçûnên li hember DAÎŞ li Ziyara, li rojhilatê bajarokê Raî birîndar bûn, Ajansa fermî ya nûçeyan ya Enadol li ser zarê hêzên çekdar ên Tirk got.

Her 18 çekdarên DAIŞ hatin kuştin,Enadol got.

Hijmara dawî ya kuştiyan gihşte11 leşkeran ji dema ku Tirkiyê roja 24 Tebaxê dest bi operasyona xwe ya ji bo derkirina DAIŞ ji deverên ser sînorê xwe kir.

Dawiya heftiyê, Ankara destêwerdana xwe ya niha ji bo salekê dirêj kir daku rê bide karên leşkerî yên li dijî DAIŞ û girupên din ên ku Tirkiyê wan weke "terorîst" dibîne li Iraq û Sûrîyê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500