Hêzên Iraqî êrîşeke "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li ser gundekî li Geyara şikand, başûrê Mûsilê, Fermandariya Operasyonên Mûsilê roja Sêşemê (4ê Cotmehê) got.
Şeş otombîlên bombekirî, yek bildozer û dehên çekdaran di êrîşê de hebûn, Fermandarê Operasyonên Nîneweyê Necim Edîn Kerîm el-Cibûrî ji Diyaruna re got.
"Artêş du wesayitên bi teqemeniyan barkirî rûxandin, û hevpeymaniya navdewletî wesayitên din û bildozerwêran kir, û kesên di nav de jî kuştin," wî got.
Êrîşkerên din ligel artêşê pevçûn û neçar man ji cihê xwe vekişin, wî got.
"Herî kêm 30 terorîst, şervanên biyanî jî di nav wan de hebûn, di êrîşa biserneketî de hatin kuştin," wî anî ziman jî.