Nûçeyên Iraqê

Di êrîşa xwekujî ya DAIŞ de li zemawendekê li Sûriyê 34 kes hatin kuştin

Di teqnîneke Xwekuj de herî kêm 34 kes roja Duşemê (3ê Cotmehê) di êrîşeke ku şahiyek kir armanc li bakurê-rojhilatê suriyê li parêzgeha Hesekê hatinkuştin, AFP ragihand.

Xwekuj xwe di nav holekê de li gundê Til Tewîl di dema daweta endamekî Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) teqand, hikûmeta Kurdî ya xocihî got.

HSD hevpeymaniyeke Ereb û Kurdan e li dijî "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li bakurê Sûriyê şer dike.

DAIŞ êrîş girte ser xwe, û got ku yek ji çekdarên wê teqe li kombûneke li nêzîkî bajarê Hesekê kiriye beriya ku ew xwe biteqîne.

Şahidê bi navê Ehmed, yê ku di teqînê de birîndarbubû, kêliya êrîşa bombeyî anî ser ziman.

"Di dema ku bûk û zava sozên xwe didan hev min dît kesek ku Çakêtek reşî stûr li ber bû di tenîşt me re çû," wî got.

"Min dît ku xerîb diyar dike û piştî çend çirkeyan teqîneke mezin çêbû," wî got.

"Xelk li ser erdê ketin û min laşên perçekirî dîtin."

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got ku zêdetirî 36 kuştiyan di nav de 11 zarok in hene.

Herdu zava û bûk bi selamet bûn, lê bav û birayê zavê di wê êrîşê de hatin kuştin, xizmekî wan ji AFP re got.

Mohemed Kesar, hunermendê zemawendê, hewla rawestandina hêsirên xwe da dema ku êrîş rave kir.

"Ez hîn jî matmayî me. Ew zarok û jin bûn," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500