Nûçeyên Iraqê

Li Sûriyê 21 şervanên opozîsyonê bi mayînên DAIŞ hatin kuştin

Herî kêm 21 serhildêrên Sûrî ku li dijî "Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê" (DAIŞ) li bakurê Sûriyê şer dikirin roja yekşemê (2ê Cotmehê) hatin kuştin bi sedema mayînên ku ji aliyê girupê ve hatibûn çandin dema ku ew ji herêmê vekişiyan, AFP ragihand.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got ku buyer, di dema ku şervanan hewla ewlekirina gundê Turkman Bareh, yê li nêzîkî bajarokê Dabiq yê di bin destê DAIŞê de li parêzgeha Helebê dida qewimîye.

DAIŞ roja yekşemê ji gund vekişiya lê bi giranî herêm mayîn kirin berî çûyînê, serokê Rewangehê Ramî Ebdilrehman got.

Hejmara kuştiyan hişt ku hêzên opozîsyonê li derveyî Turkman Bareh belav bibe, wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500