Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî embareke mezin ya çekan li rojhilatê Felûca eşkere kirin

Hêzên Iraqî roja Pêncşemê (29ê Îlonê) embareke mezin a çek û cebilxaneyan li Kerma, rojhilatê Felûca dîtin, berpirsekî ji Wezareta Hundir ji Diyaruna re got.

"Hêzên ewlekariyê yên hevbeş hejmareke mezin ji teqemeniyan û cebilxaneyan li veşaregeheke bin erdê de li devereke çandiniyê li Kerma dîtin," berdevkê wezaretê emîd Saed Maen got.

"Dora tonek teqemenî, RPG7, çekên sivik û weset, layit û tifingên maşîn, RPG yên corecor û cebilxaneyên çend corên çekan" di embarê de hebûn, wî got.

"Hêzên ewlekariyê kesekî gumanlêkirî di operasyonê de girtin," Maen got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500