Nûçeyên Iraqê

Teqînên bi destê DAIŞ herî kêm 17 kesan li Bexdayê dikujin

Teqînên ku "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li xwe girtin deverên bazarkirinê li paytexta Iraqî roja Sêşemê (27ê Îlonê) kirin hedef, herî kêm 17 kes hatin kuştin, li gorî AFP.

Girûpê got ku xwekujên DAIŞ bi êlekên bomebkirî êrîş li taxa Bexdad el-Cedîda li rojhilatê bajar û li devera Beya li başûrê wê pêk anîn.

Herî kêm 8 kes hatin kuştin û 29 ên din li Bexdad el-Cedîda birîndar bûn, li gorî berpirsan, tevî ku hin kesan got ku êrîşa li ser deverê bi bombeyeke li tenîştê rê hatibû çandin û herwiha bi xwekujekî hat pêkanîn.

Xwekujekî din devera Beya kir armanc û herî kêm neh kes hatin kuştin û 30 ên din jî birîndar bûn, berpirsan got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500