Hêzên polîsê federal yên Iraqî roja Duşemê (26ê Îlonê) serkêşekî bilind yê "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li bakûrê Bexdaya paytext girtin, fermandariya polîs roja Sêşemê got.
"Piştî çavdêrî û dûvçûna berdewam, hêzên operasyonên taybet ên polîsê federal Seîd el-Taî, serkêşekî bilind yê DAIŞ e li cihê ku bi "Wîlayet Bexdad" tê binavkirin, girtin û dest li ser çek û cebilxaneyên li gel wî danîn," serokê polîsê federal emîd Raed Şakir ji Diyaruna re got.
El-Taî êvara roja Duşemê li avahiyeke niştecîbûnê ligel çend nasnameyên sexte, pora sexte û cilan ku ew ji bo veşartirina nasnameya xwe di dema hatûçûnê de bikar tanîn hat dîtin.