Hêzên Iraqî serkêşekî bilind ê "Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê" (DAIŞ) şeva Yekşemê li Kemra, li rojavayê Bexdaya paytext girtin, Wezareta Karên Hundir roja Duşemê (26ê Îlonê) got.
"Hêzên Iraqî Ebû Suleyman el-Ensarî, serkêşekî DAIŞ e, û alîkarekî wî di operasyoneke bi baldarî plankirî de girtin, operasyon ji aliyê hêzên hevbeş ve êvara roja Yekşemê li Kemra hatibû lidarxistin, berdevkê wezaretê emîd Saed Maen ji Diyaruna re got.
Herwiha hêzên hevbeş dest danîn ser çek û teqemeniyên ku li avahiya ku el-Ensarî lê dima hatibûn dîtin, wî got.