Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî serkeftinan li dijî DAIŞ li rojavayê Enbarê bidest dixin

Hêzên Iraqî Kampa Bravo li Girava Remadî ji "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) vegerandin, Wezareta Berevaniya Iraqê roja Pêncşemê (22ê Îlonê) got.

"Yekîneyên Fermandariya Operasyonên Enbarê Kampa Bravo, bakûrê-rojavayê Ebû Diyab, di operasyoneke vegerandina Girava Remadî de, rizgarkirin û aleya Iraqê li ser bilind kirin," wezaretê di daxuyaniyekê de got.

"Kamp cihekî sereke ye ku DAIŞ ji beriya zêdetir ji salekê ew kontrol kiriye," birêveberê polîsê Enbarê lîwa Hadî Sekar Erzayic ji Diyaruna re got.

"Vegerandina wê ji hêzên ewlekariyê re tehediyek bû," wî got, "û bi vê serkeftinê, DAIŞ yek ji asêgehên xwe yên dawî li deverê ji dest da."

Herwiha roja Pêncşemê, artêşa Iraqî û zilamên êlên alîgir çar gund li Girava Bexdadî li rojavayê Remadî ji DAIŞ rizgar kirin.

"Hêzên artêşê û zilamên êlan Cewana, Cuba, Meysera û Masîra li Girava Bexdadî rizgar kirin," Fermandarê Cezîreyê lîwa Qasim el-Muhemedî ji Daiyaruna re got.

"Ev gund piştî kuştina dehan ji terorîstan, rûxandina çend otombîlên bombekirî û bi sedên mînan û bombeyên bidestçêkirî hatin rizgarkirin," el-Muhemed got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500