Nûçeyên Iraqê

Almanya penaberên Sûrî ên girêdayî DAIŞ'ê digre

Penaberekî Surî yê16 salî li Elmanya hat girtin bi bergumana hebûna têkiliyan bi "Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê" (DAIŞ) re û pilankirina pêkanîna teqînekê, AFP roja çarşemê (21ê Îlonê) ragihand.

Sîpe, ku tê zanîn ku ew bi tenê di dema dawî de tundrew bûye, di operasyoneke hêzên taybet de derengiya roja Sêşemê li stargeheke penaxwazan li Kolnê hate binçavkirin, polîs û dozgerên herêmî di daxuyaniyekê de gotin,.

Agahiyên ku ji mobayila wî hatine wergirtin nîşan didin ku ew ligel kesekî li derveyî welat ku girêdanên wî bi DAIŞ re hene têkildar e û wî kesî "dixwest ciwanê Sûrî tejnîd bike," daxuyaniyê got.

Lêkolîneran rêzeke mesajên çata li ser nêtê dîtine ku "agahiyên diyarkirî li dor duristkirina teqemeniyan" herwiha şîretên derbarê çawaniya çêkirina zirarên herî zêde tê de bûn, Ulf Willuhn dozgerê herêmî got.

Dezgehên ewlekariyê li Elmanya bawer dikin ku ew ciwan "gefeke cidî" çêdike û tîmeke xurt ji 35 Lêkolîneran ji bo vê dozê xistne tevgerê de.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500