Balafirên hevpeymaniya navdewletî serkêşekî bilind ê "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) di êrîşekê de nêzîkê Şûra li başûrê Mûsilê kuştin, encumena ewlekariya herêma Kurdistanê roja Sêşemê (20ê Îlonê) got.
"Serkêşê bilind yê DAIŞ Ebû Ebdul Rehman el-Şîşanî, yê ku bi Tamas el-Şîşanî jî tê naskirin, di êrîşeke asmanî ya hevpeymaniya navdewletî de li başûrê Mûsilê hat kuştin," encumenê di daxuyaniyekê de got.
El-Şîşanî ligel hejmarek ji alîkarên xwe di êrîşeke asmanî de roja 17ê Îlonê hat kuştin, daxuyaniyê got.