Nûçeyên Iraqê

14 bergumanên bi terorê li Bexdayê tên girtin

Desthilatên Iraqî 14 bergumanên bi terorê di operasyoneke ewlekarî de li derdora Bexdayê roja Sêşemê (20ê Îlonê) girtin, berdevkê Wezareta Hundir emîd Saed Maen ji Diyaruna re got.

Girtin li ser bingeha agahiyên istîxbaratî yên ji aliyê niştcihên Erebên Cibûr, el-Termiya û Ebû Xirêb ve hatine dayîn pêk hatin, wî got.

"Çek û teqemenî bi wan re hatin dîtin, herwiha agahî û belgeyên li ser mobayil û laptopên wan jî, di operasyonê de dest li ser wan hat danîn," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500