Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî 5 gundan nêzîkî Şirqat rizgar dikin

Hêzên Iraqî operasyonek ji bo rizgarkirina navçeya Şirqat li parêzgeha Selahedîn roja Sêşemê (20ê Îlonê) destpê kirin û heta niha pênc gund ji "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) rizgar kirin, Wezareta Berevaniyê got.

"Hêzên Iraqî pênc gund li derdora Şirqat rizgar kirin û piştî çend saetan ji destpêka operasyonê hejmareke mezin a terorîstan, ligel piştgiriya asmanî ji aliyê hevpeymaniya navdewletî ve, kuştin," berdevkê wezaretê emîd Yehya Resûl ji Diyaruna re got.

"Gundên rizgarkirî Cesme, Meslehiya, Telûl, Zawiye û Nasiye li bakûr û başûrê Şirqat ne," wî got, bal jî kişand ku artêş û hêzên piştgiriyê pêşveçûna ber bi navenda bajarok ve dewam dikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500