Nûçeyên Iraqê

Tyrkiyê pilan dike herêma ewle li Sûriyê ber bi başûr ve fireh bike

Serokê Tirk Recep Tayyip Erdogan roja Duşemê (19ê Îlonê) got ku Turkiyê dikare herêmeke ewle 5,000 kîlometirî çar goşe li Sûriyê ava bike bi rêya pêşketina li başûr di operasyona xwe ya leşkerî de li wî welatî, AFP ragihand.

Turkiyê operasyona xwe ya li bakurê Sûriyê di 24ê Tebaxê de destpê kir, tank û hêzên taybet ji bo piştgiriya şervanên opozîsyonê re ji bo nehiştina "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li ser sînorê xwe şandin.

Heta niha herêmên Cerablûs ûRaî ji çekdarên DAIŞ hatine paqij kirin, Erdogan got, û anî zimanjî ku ew dê hêz " ber bi Babê ve herin".

Asêhega DAIŞ ya li Babê 30 kîlomitiran ji Raî li ser sînorê Turkî li parêzgeha Helebê ku ew meydana şer e dûr e.

"Rûbera 900 kîlomitiran çargoşe ji terorîstan (DAIŞ) hatiye paqij kirin. Ew jî ber bi başûr ve diçe," Erdogan got, behsa operasyona "Mertala Firat" dikir.

Erdogan di tesrîhên televizyonî de got jî ku herêma kuberiya niha hatibû rizgarkirin "Dibe bo 5,000 kîlomitiran çargoşe wekî beşek ji herêma biewle bê firehkirin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500