Nûçeyên Iraqê

Lêkolînerên tawanên cengî dixwazin li gel penabrên Sûrî li Ewropayê têkildar bin

Lêkolînerên tawanên cengî yên NY roja Duşemê (19ê Îlonê) ji welatên Ewropî xwestin ku "rêgiriyan hilgirin" di rêya karên wande ew jî bi dayîna derfetên têkilîkirina bê asteng bi penaberên Sûrî re yên ku nû gehiştine, AFP ragihand.

Komisyona NY ji bo Pirsa Sûriyê, ku ew binpêkirinên mafên mirov û tawanên cengî li welat bi dirêjahiya pênc salên borî lêkolîn dike, hişyarî da ku guhirandina herikîna penaberan bo Ewropayê karên wan aloz kiriye.

"Gihiştin bi agahiyên firêş ên qurbanî û şahidhalan zehmetir bû ye" birêveberê komisyonê Paulo Sergio Pnheiro ji Encumena Mafên Mirov ya NY re li Cinêvê got.

"Em ji welatên Ewropayê ku mêvandariya penaberên Sûrî yên nû gehiştine dikin dixwazin ku rê bidin me ku em têkiliyan bi wan re denin û hemû astengiyan li ber karê me rakin," dema ku wî raporta komisyonê ya hefteya borî pêşkêş kir, wî got.

Pinheiro tekezî li ser girîngiya gehiştina bi kesên ku nû ji Sûriyê gehane, yên ku dikarin alîkaiya komosiyonê bikin bi rêya bibelgekirina qonaxên nû yên krîzê,kir.

Dibe ku şehadeyên wan ji bo lêkolînerên ku lîsteyên nihênî ji tawanbarên gumanlêkirê yên cengî û tawanbarên tawanên dijî mirovahiyê kom dikin gelek girîng bin, wî got.

Armanc dê bikaranîna agahiyên ku ew kom dikin di darizandinên bên de be, di nav de yên li Dadgeha Tawanên Navdewletî, wî anî ziman jî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500