Nûçeyên Iraqê

Hêza asmanî ya Iraqî êrîşî molgehên DAIŞ yên nêzîkê sînorê Sûriye dike

Balafirên serbazî yên Iraqî roja Duşemê (19ê Îlonê) çar êrîşên asmanî pêk anîn û çend cihên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li bajarokê Qaim, li Enbarê, li nêzîkê sînorê Sûriye kirin hedef, Wezareta Berevaniyê got.

"Balefirên şer ên hêza asmanî yên Iraqî çar êrîş pêk anîn û kampeke DAIŞ û kargeheke çêkirina bombeyan li Qaim li rojavayê Iraqê kirin hedef," berdevkê wezaretê Yehya Resûl ji Diyaruna re got.

Êrîşên asmanî du veşargehên teqemeniyan jî li devera Ekaşat li ser sînorê Sûriyê kirin armanc, wî got.

"Her çar cih hatin wêrankirin û bi dehên çekdarên DAIŞ di van êrîşan de hatin kuştin," Resûl got jî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500