Nûçeyên Iraqê

Balafirên hevpeymaniyê çeperên DAIŞ li seranserê Nînewa kirin armanc

Balafirên hevpeymaniya navdewletî çeperên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li seranserê parêzgeha Nînewa roja Duşemê (19ê îlonê) kirin armanc, herî kêm 12 çekdarên komê hatin kuştin, Fermandariya Operasyonên Ninawa got.

"Balafirên şer yên hevpeymaniyê derengiya roja Duşemê navendên DAIŞ li gundê Telul bac li el-Şirqat, 60 kîlometir li başûrî Mûsilê kirin armanc," Fermandariyê di daxuyaniyekê de got.

"Diwazdeh endamên DAIŞ hatin kuştin û navend bi temamî di êrîşa asmanî de hat wêrankirin," Di daxuyaniyê de hat.

Ji bilî vê, êrîşên asmanî yên hevpeymaniyê heft avêjerên moşekan ên DAIŞ li gundê Hewd li başûrê Nînawa bi temamî wêrankirin, Rêveberiya Istixbarata Serbazî li Bexdayê di daxuyaniyekê de got.

"Herwiha êrîşên asmanî çekdarên li nêzî avêjerên moşekan belavbuyî kirin armanc, yên ku hêzên Iraqî li gundên derdorê dikirin armanc," daxuyaniyê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500