Gencîneya Emerîkî roja Pêncşemê (15 Îlonê) navê du mêran li Tirkî ku asankariyên diravî ji bo "Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê" (DAIŞ) dikin xiste nav lîsteya reş a cezayan de, AFP ragihand.
Du zilam, Muhemed Elseîd Elhimêdan,40 salî ye, û Husam Camûs, temenê wî dora 33 salan e, bi pêşkêşkirina alîkariyên diravî û xizmetguzariyan ji bo DAIŞ û alîkariya çeteyên bîyanî di tevlîbûna rêzên komê de tewanbar kir, gencîneyê got.
Elhimêdan li cihekî nediyar li Turkiyê dimîne û hilgirê pasporta Sûrî ye, Camûs li bajarê Entakya nêzîkî sînorê Sûrî ye, û ew jî hilgirê pasporta Sûrî ye.
Bi bicihkirina wan li ser lîsteya sizayê, gencîne dixwaze wan ji sîstema diravî ya cîhanî derxîne bi rêya nihştina bazirganîkirina kompanî û kesên Emerîkî ligel wan.
"Ev tedbîr Muhemed Elseîd Elhimêdan û Husam Camûs ji sîstema aborî ya cîhanî tên îzolekirin û çalakiyên wan li ber çavê cîhanê radixe," Adem Zubîn, Wekilê Wezareta Gencîneyê bo KarûbarênTerorê û Îstîxbaratên Diravî, di daxuyaniyekê de got.
"Çalakiya îro guzariştê li gava herî dawî yên xebatên gencîneyê yên birîna diraviya DAIŞ dike û piştrast dike ku asankarên diravî yên DAIŞ ne dûr in ji kampanyaya navdewletî ya têkbirina DAIŞ," wî got.