Nûçeyên Iraqê

Lêpirsîn bi nûciwanekî Fransî re li dor terorê hat kirin

Nûciwanekî Fransî ku têkiliyên wî ligel endamekî "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) hene tê tuhmetbarkirin ku wî çend êrîş li Fransa arandine ku ew li Parîsê roja Çarşemê (14ê Îlnonê) hat girtin ji ber îdiaya ku wî hewla pêkanîna êrîşekê dikir, AFP ragihand.

Ev nûciwan têkiliya wî ligel tundûtûjê Fransî Raşid Kasim hebû, yê ku bi emirkirin anjî hendana kuştina du polîsan di mala wan de li Hezîranê û bi kuştina keşeyekî kal li kenîseya Normandî di meha Hezîranê tê de tê sûcdarkirin, jêderên polîsî gotin.

Girtin piştî du rojan ji tawanbarkirina 15-salekî ji rojhilatê Parîs bi danîna planekê ji bo pêkanîna kiryarên teroristî pêk hat piştî ku wî di nemeyeke Telegram de nivîsî ku pilaneke wî ya lêdana keskî bi kêrekê heye, jêderan got.

Ew jî li gel Kasim, yê ku di çend vidyoyên Telegram de ku li Sûriye hatine amadekirin derdikeve û banga pêkanîna êrîşan li Fransa dike, di têkiliyê de bû.

Wezîrê Hundir Bernard Cazeneuve roja Çarşemê got ku xizmetguzariyên hewalgirî "zêdetir ji hemu demên berê kar dikirin" ji bo nehiştina êrîşên ku ji aliyê "hejmareke kesayetiyên li Sûriyê ve dihatin pilankirin ku wan metodên kodkirî bikar tanîn di dema banga xwe ya pêkanîna êrîşan ku arasteyî ciwanan dikirin".

Serokwezîrê Fransî Manuel Valls got ku metirsiya terorê di "mezintirîn" ast de bû û "her roj" desthilatan êrîş pûç dikirin û torên tundrew diruxandin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500