Nûçeyên Iraqê

Agirbest li Sûrî li dar e lê gihandina alîkariyê dereng ket

Sivîlên Sûrî yên dorpêçkirî li benda alîkariya roja çarşemê (14ê Îlonê) bûn ji ber ku hîna karwanên arîkariyê rawestiya ne tevî daketina berçav a rêjeya tundûtûjîyê di agirbesteke nû de, AFP ragihand.

Nûnerê NY bo Sûriyê Staffan de Mistura roja Sêşemê bal kişande ser agirbesta ku êvara Duşemê despê kiribû, ku wê bi xwe re "daketineke berbiçav ya tundûtûjîyê" aniye tevî bûyerên tekane.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got ku wê tu qurbanî tomar nekirine, ji destpêka agirbestê, tevî binpêkirinên biçûk ji aliyê herdu aliyan ve.

Lê xwiya dibe ku pêşketineke biçuk li xaleke serekî ya din ji rêkeftinê heye: gihîştina alîkariyê bê astengkirin bo seranserê welêt, bi taybetî jî ji bo herêmên opozisyonê li rojhilatî Helebê ye.

Kemyonên alîkariyê yên NY li benda bakurê Helebê li Turkiyê çaverê dikin, lê çavkaniyeke ewlekariyê ya sûrî roja Çarşemê got, ku rêjîma heta niha biryara vekişandina hêzên xwe ji rêya serekî ya Kastîlo ya ku dighe sînorê Turkî nedaye. Nebûna çekan li rê beşekî sereke ji rêkeftinê ye.

David Swanson, Berdevkê Nivîsgeha NY ji bo Hevahengiya Karên Mirovî li Xazîentepê got ku ajansê 20 kemyonên bi pakêtên xwarinê barkirî li ser sînor çaverê dikin ku ew ji bo 40,000 kesî ne û têra mehekê dikin.

"Ev jîngeheke pir aloz e û pêwîstiya me bi garantiyên ewlekarîyê heye," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500